Dilan Cudi Saruhan

Îhtîmaleke Asîman

22 Îlon – 21 Mijdar 2026

ekirin: 22 Îlon 2026, 18:30

Desthilatdarî ne tenê bi hiqûqê kar dike; bi rêya qanûnan û li derveyî qanûnan, pergaleke mekanî ava dike û digihîje heta şiklê axê, berîya rêyan, bêdengiya gundan, bilindbûna dîwaran û xuyabûna asîmanê. Ev pergal hewl dide diyar bike ku mirov li ku derê bisekine, çawa tevbigere, çi bibîne, çi ji bîr bike û heta çi dikare xeyal bike. Li Tirkiyeyê û bi taybetî li erdnîgariya Kurdan, polîtîkayên înkar, ewlehî û asîmîlasyonê ku bi salan berdewam kirine, rejîmeke wiha ya mekanî hilberandiye. Li vir mirov ne tenê cihê ku lê dijî hîn dibe; cihê ku lê dijî jî di hundirê mirov de cîh digire. Bîra axê xwe hildigire û tevî meşa mirov dibe. Zîviroka rê, beriya bayê, an jî dîmenek ku ji nişka ve bi ronahiyeke şîn diguhere… Her yek ji van bi demê re vediguhere bîra laş.Tundî di nav jiyana rojane de cî digire. Ew xwe di dengekî ku di dema axaftinê de tê nizmkirin, di şopa tilîyekê ku divê her meh bê dayîn, an jî di veguhertina ji nişka ve ya tiştekî asayî bo tiştekî qedexekirî de hîs dike. Dema ku di nav rîtma xwezayî ya jiyanê de cihê xwe digire, dibe tiştekî mayînde. Dibê ku ji ber vê yekê ye ku li cihên ku zext herî zêde tê hîskirin, huner ji sînorên temsîlê derbas dibe û dest bi hilberîna mekanên nû dike. Pratîka Dîlan Cûdî Saruhan tam li ser vê bendê cih digire. Pêşangeha wê ya bi navê Îhtîmalek Asîman, ku xebatên hunermend ên sê serdemên cuda li hev dicivîne, nîşan dide ku mekan mirov çawa teşe dike, obje çawa û bi çi awayî bîrekê digihîne, xêz demê çawa qeyd dike û hêza xeyalê, heta di şert û mercên herî sînordar de jî, çawa dikare têkiliyên nû ava bike.

Hunermend, di xebatên xwe yên ku beriya ketina girtîgehê hilberandine de, dema ku têkiliya mirov bi mekanê re li ser kontrol, hêz, ewlehî û çavdêriyê digire dest, li şûna vegotinên mezin, bi hûrgiliyên biçûk ên ku di nav jiyanê de cîh girtiye re kar dike. Carinan tarîtiyê bi şopandina ronahiyekê tê gerandin, carinan meşeke dubare, an jî objeyeke asayî vediguhere şahidê bêdeng ê rêxistinekî polîtîk ya ku nayê dîtin. Di xebatên ku hunermend di pêvajoya heft salan a girtîgehê de hilberandine de jî, girtîbûn êdî tenê rewşeke fîzîkî namîne; ew vediguhere ezmûnek û berxwedanekê ku sînorên ramanê, afirandinê û xeyalê dide ber xwe. Di vê pêvajoyê de, amûrên ku hunermend bi kar tîne dibin hilgirên demekî din. Cil û qumaş, destmal, atlet, por, pel, an jî îpên ku hatine vekirin, qeydên bêdeng ên ezmûna jiyankirî hildigirin. Di enstalasyonên (hunerê danînê/hunerê cîhkirinê) yên serdema dawî ya hunermend de jî, laş vediguhere hebûnek derbasdar û mekan diguherîne. Hundirgehên ku mirov dikare bikeve hundirê wan, formên tengavbûyî û avahiyên nazik û şikestbar, jiyanên ku di navbera parastin û stargehbûnê de diçin û tên dide fikirandin.

Deriyên ku venabin, pêlikên, valahiyên ku ber bi asîmanê ve vedibin an jî formên şikestbar ên ku bi bayê ve dimînin, li şûna ku li hemberî rastiyê cîhaneke din danîn, di hundirê rastiyê de derzên biçûk vedikin. Asîman êdî tenê dîmenek namîne; ew wekî îmaja asoyekî hevpar, îmaja cîhaneke ku hîn ne temam bûye û wekî “îhtîmalek” ku divê ji nû ve bê avakirin, tê xwendin. Û ew destmala ku hunermend li ser peyvên “Min ji bîr neke” bi nexş çêkiriye, bi sedan girtiyên siyasî yên ku li hundir tên dîl girtî tîne bîra me. Pêşangeha Îhtîmalek Asîman di nav xwe de îhtîmala asîmanekî ku hîn nehatiye afirandin dihewîne.

Günseli Baki

Sêwirana Grafîkê: İlayda Tunca
Nivîsa Pêşangehê: Günseli Baki
Wergera Îngilîzî: Günseli Baki
Wergera Kurdî: Siyabend Karakaş
Tîma Kuratoryel: Bahar Saruhan, Delal Eken, Rozelin Akgün, Y. Cemre Gürbüz

Spasî: Asena Günal, Aslı Çetinkaya, Bakırköy Kadın Cezaevi’ndeki Sîyasî Tutsaklar / The Polîtîcal Prisoners at Bakırköy Women’s Prison / Girtîyên Sîyasî Yên li Girtîgeha Jinan a Bakırköyê, Barış Saruhan, Berivan Bekçi, Bülent Yıldırım-Doku Sanat Atölyesi, Çağla Leyla Kaya, Eda Önal, Eda Saruhan, Eda Yiğit, Ekin İnci, Emine Saruhan, Enver Saruhan, Emre Zeytinoğlu, Fırat Yusuf Yılmaz, Ferhat Can, Ferhat Özmen, Gabriel Oruç, Hale Eryılmaz, Hakim Peker, Haluk Ünal, Hatırlama Defteri Sanatçıları / Notebook of Recall Artists / Hunermendên Lenûska Bîranînê,Lal Laleş, Lamarts, M. Wenda Koyuncu, Mehmet Saruhan, Mert Sarısu, Necla Mizgin Argiş, Parma Beyoğlu, Rezan Gezer, Rojhat Demir, Seçkin Arslan, Selahattin Çolak, Sevim Sancaktar – Karşılaşmalar, Serkan Turgut, Sevgi Karay – Atölye20, Siyabend Karakaş, Taylan Öngünç, Turan Tayar, Yiğit Ekmekçi, Ozan Çağlar

Dilan Cudi Saruhan

Îhtîmaleke Asîman

22 Îlon – 21 Mijdar 2026

Açık mavi, kumaş benzeri bir arka plan üzerinde siyah, el yazısı formatında sergi detaylarını gösteren bir poster.