Dilan Cudi Saruhan – “Îhtîmaleke Asîman” Axaftin: Hêj li vir î

11 Mijdara 2026, 18:30

Hêj li vir î

Axaftvan: Umut Tümay Arslan, Eda Yiğit

Di çarçoveya pêşangeha Dilan Cudi Saruhan a bi navê Îhtîmaleke Asîman de, ku heta 21ê Mijdarê li Depo dê ji bo serdanê vekirî bimîne, ev civîn dê li ser bingeha civakî ya ku tê de tişt, hest, sînor, form û wate diguherin, têkilî û têgihîştina azadiyê di navbera hundir û derve de diguhere û hêmanên demî û mekanî bi pratîkên desthilatdariyê re dixebitin, raweste.

Ev çalakî, ku sînor û naveroka çarçoveyên xêzkirî dipirse, bi cihbûna xwe di dewamê pêşangehê de, qatên fezayî, demî, derûnî û xeyalî, herwiha taktîkên berxwedanê yên li dijî desthilatdariya hunerî an jî siyasî, ne bi bersivên teqez, lê bi pirsan re, dide ber nirxandinê.

Pêşangeha Dîlan Cûdî Saruhan a bi navê Îhtîmaleke Asîman, xebatên hunermend ên sê serdemên cuda li hev dicivîne, nîşan dide ku mekan mirov çawa teşe dike, obje çawa û bi çi awayî bîrekê digihîne, xêz demê çawa qeyd dike û hêza xeyalê, heta di şert û mercên herî sînordar de jî, çawa dikare têkiliyên nû ava bike.

Çalakî dê bi zimanê Tirkî bê lidarxistin û ji bo beşdarbûnê qeydên pêşîn ne hewce ne.

Ji bo bêtir agahdarî:
Îhtîmalek Asîman

Konuşma

11 Mijdara 2026, 18:30

Açık mavi halıyı andıran açık mavi arka plan üzerinde el yazısı ve daktiloyla yazılmış koyu metinlerin birleşimiyle yazılmış, etkinlik ayrıntılarını içeren poster

Hêj li vir î

Axaftvan: Umut Tümay Arslan, Eda Yiğit

Di çarçoveya pêşangeha Dilan Cudi Saruhan a bi navê Îhtîmaleke Asîman de, ku heta 21ê Mijdarê li Depo dê ji bo serdanê vekirî bimîne, ev civîn dê li ser bingeha civakî ya ku tê de tişt, hest, sînor, form û wate diguherin, têkilî û têgihîştina azadiyê di navbera hundir û derve de diguhere û hêmanên demî û mekanî bi pratîkên desthilatdariyê re dixebitin, raweste.

Ev çalakî, ku sînor û naveroka çarçoveyên xêzkirî dipirse, bi cihbûna xwe di dewamê pêşangehê de, qatên fezayî, demî, derûnî û xeyalî, herwiha taktîkên berxwedanê yên li dijî desthilatdariya hunerî an jî siyasî, ne bi bersivên teqez, lê bi pirsan re, dide ber nirxandinê.

Pêşangeha Dîlan Cûdî Saruhan a bi navê Îhtîmaleke Asîman, xebatên hunermend ên sê serdemên cuda li hev dicivîne, nîşan dide ku mekan mirov çawa teşe dike, obje çawa û bi çi awayî bîrekê digihîne, xêz demê çawa qeyd dike û hêza xeyalê, heta di şert û mercên herî sînordar de jî, çawa dikare têkiliyên nû ava bike.

Çalakî dê bi zimanê Tirkî bê lidarxistin û ji bo beşdarbûnê qeydên pêşîn ne hewce ne.

Ji bo bêtir agahdarî:
Îhtîmalek Asîman

RELATED EXHIBITION