Dilan Cudi Saruhan – Îhtîmaleke Asîman / Yên Bi Destmalên Spî: Bîranîn, Dadwerî û Kedên Hestyarî

15 Ekim 2026, 18:00

Axaftvan: Besna Tosun (Dayikên Şemiyê), Sabihe Bozan (Dayikên Aşitiyê)

Moderator: Berfin Atlı

Di vê civîna gotûbêjê de, ku di çarçoveya pêşangeha Îhtîmalek Asîman de pêk tê, em ê li ser keda jinên ku bi awayekî birêkûpêk serdana xizmên xwe yên di girtîgehê de dikin, barê wan ê hestyarî parve dikin, berhemên ku di hundirê girtîgehê de tên afirandin derdixin derve, diparêzin û arşîv dikin, her wiha li ser pratîkên wan ên hilgirtina bîranînê biaxivin.

Li ser bingeha ezmûnên Dayikên Aşitiyê û Dayikên Şemiyê yên ku bi salan dom kirine, dê were nîqaşkirin ka ev kedên siyasî yên ku jin di ser xwe de digirin çawa dibin formeke berxwedanê; û daxwaza dadweriyê çawa di nav jiyana rojane de, bi israr û domdarî, tê domandin.

Çalakî dê bi zimanên Tirkî û Kurdî pêk were û wergera pey pey ji Tirkî bo Kurdî dê bê kirin. Ji bo beşdarbûnê qeydê pêşîn ne hewce ye.

Pêşangeha Dîlan Cûdî Saruhan a bi navê Îhtîmalek Asîman, xebatên hunermend ên sê serdemên cuda li hev dicivîne, nîşan dide ku mekan mirov çawa teşe dike, obje çawa û bi çi awayî bîrekê digihîne, xêz demê çawa qeyd dike û hêza xeyalê, heta di şert û mercên herî sînordar de jî, çawa dikare têkiliyên nû ava bike.

Ji bo bêtir agahdarî:
Îhtîmalek Asîman

Dilan Cudi Saruhan discussion poster

Poster with event details written in combination of handwritten and typet blask text on the unecen light blue carpet-like background

Dilan Cudi Saruhan discussion poster

Axaftvan: Besna Tosun (Dayikên Şemiyê), Sabihe Bozan (Dayikên Aşitiyê)

Moderator: Berfin Atlı

Di vê civîna gotûbêjê de, ku di çarçoveya pêşangeha Îhtîmalek Asîman de pêk tê, em ê li ser keda jinên ku bi awayekî birêkûpêk serdana xizmên xwe yên di girtîgehê de dikin, barê wan ê hestyarî parve dikin, berhemên ku di hundirê girtîgehê de tên afirandin derdixin derve, diparêzin û arşîv dikin, her wiha li ser pratîkên wan ên hilgirtina bîranînê biaxivin.

Li ser bingeha ezmûnên Dayikên Aşitiyê û Dayikên Şemiyê yên ku bi salan dom kirine, dê were nîqaşkirin ka ev kedên siyasî yên ku jin di ser xwe de digirin çawa dibin formeke berxwedanê; û daxwaza dadweriyê çawa di nav jiyana rojane de, bi israr û domdarî, tê domandin.

Çalakî dê bi zimanên Tirkî û Kurdî pêk were û wergera pey pey ji Tirkî bo Kurdî dê bê kirin. Ji bo beşdarbûnê qeydê pêşîn ne hewce ye.

Pêşangeha Dîlan Cûdî Saruhan a bi navê Îhtîmalek Asîman, xebatên hunermend ên sê serdemên cuda li hev dicivîne, nîşan dide ku mekan mirov çawa teşe dike, obje çawa û bi çi awayî bîrekê digihîne, xêz demê çawa qeyd dike û hêza xeyalê, heta di şert û mercên herî sînordar de jî, çawa dikare têkiliyên nû ava bike.

Ji bo bêtir agahdarî:
Îhtîmalek Asîman

RELATED EXHIBITION